Li Iraqê komeke çekdar berdana çekan red kir
Koma çekdar a Iraqê ya bi navê Seraya Ewliya Dem ragihand ku ew ê çekên xwe radestî dewletê nekin.
Koma çekdar a Iraqê ya bi navê Seraya Ewliya Dem ragihand ku ew ê çekên xwe radestî dewletê nekin.
Berdevkê koma çekdar a Seraya Ewliya Dem, Ebo Mehdî Cehferî di daxuyaniyek de ragihand ku ew ê çekên xwe radestî dewletê nekin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Niha mijara danîna çekan nayê nîqaşkirin. Heta ku zilm û dagirkeriya li ser Iraqê bi dawî nebe, behsa danîna çekan û radestkirina wan nayê kirin. Heta pêvajoya dagirkirina Iraqê berdewam be, em ê bi ti rengî çekên xwe daneynin û radestî hikûmetê nekin.”